22 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
ANKARA
Li Enqereyê di sepana asayîşê ya 3 rojan a ku di 18ê gulanê da dest pê kir û 2 hezar û 500 polês beşdar bûn da jêpirsîna 7 hezar û 286 kes û 2 hezar û 59 wesayîtî hat kirin. Di sepana asayîşê da der heqê 101 kesên ku ji ber sûcên cuda cuda li wan digerin û 16 wesayîtan da miemele hat kirin.
Sêsed ekîbên ku girêdayî şaxên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ne, sepan pêk anîn û herwisa digel helîkoptereke polêsan, 2 hezar û 500 polês jî beşdarî sepanê bûn.
Di sepana asayîşê da jêpirsîna ewlekariyê ya 7 hezar û 286 kes û 2 hezar û 59 wesayîtî hat kirin. Di encama jêpirsînan da der heqê 101 kesên ku ji ber sûcên cuda cuda li wan digerin û yek jê motosîklet, 15 wesayîtî da miemele hat kirin. Li gorî Qanûna Qebhetan ceza ji 47 kesî û 26 kargehî ra hat birîn.
Di sepanê da dîsa 3 demançeyên bêrûxsat, 7 demançeyên viroke û 217 muhîmatên van çekan hatin qefaltin.
Di lêgerînan da 637 gram hişbir û 510 hebên hişbir hatin qefaltin, der barê 9 kesan da ji ber ku qaçaxê daxwaza leşkerîkirinê ne, miemele hat kirin.