Göksel Yıldırım
21 Sibat 2024•Rojanekirin: 22 Sibat 2024
KAANa balafira şer a neteweyî cara ewil firî û firîna xwe bi serkeftî kuta kir.
Bi kordîneya Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê Sanayiya Hewagerî û Fezayê ya Tirk projeya KAANê dimeşîne.
Beriya ku KAAN bifire testên wê tev hatin kirin, herî dawî li pîstê testa hêdîbûn û lezê hat kirin.
KAAN serê sibehê derket pîsta Meydana Hewayê ya Murtedê û cara ewil firî.
Pîlotê ceribandinê Barbaros Demirbaş KAAN firand.