İbrahim Atmaca
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2020
Ji Serokatiya Teşkîlata Îstixbara Neteweyî (MÎT) li semtê Baglicayê yê navçeya Etîmesgutê avahiyeke nû hat çêkirin û avahî wê sibê vebe.
Li gor agahiya ku hat hildan, avahî li ser 5 hezar donimî hat çêkirin û der û dora wê tu avahî tunene. Bilindahiya dîwarên wê yên bêton nêzî 3 mêtreyan e û dora wê bi têlên dirinde va dorpêçkirî ye. Ji bo ku neyê guhdarîkirin, kes bê destûr nekevê, taybet hatiye çêkirin.
Tê payîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan "KALE"yê veke.
Serokomar Erdogan di meha tîrmehê da li Etîmesgutê avahî ziyaret kiribû. Ziyareta Erdogan saetek û nîvî kişandibû û di ziyaretê da der heqê donanima avahiyê ya teknîkî da agahî hildabû.
- Avahiya ewil li Hecî Bayramê ye
Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî di sala 1965an da li Meclisê bi Qanûna ku jimara wê 644 e hat avakirin. Avahiya wê ya ewil li herêma Mizgefta Hecî Bayramê bû. Di sala 1970yî ji Avahiya Weqfan kişiyabû Yenîmahalleyê.