Du sal berê Diyarbekir di serî de ji bo pêşveçûna bazirganiya Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê ya derve li navçeya Kayapinara Diyarbekirê li ser 28 doliman dest bi çêkirina navenda bazirganî û gumrikê hatibû kirin. Çêkirina avahiya gumrikê qediya û avahî dê 4 meh şûnde ji bo xizmetê vebibe.
Avahiya gumrikê ji 7 hezar qeremêtreyî pêk tê û di nav de ji bilî binayên rêvebiriyê, hêwana konferansê û tesîsên ji bo gel jî hene. Mesrefê çêkirina avahiyê 7 milyon lîre girt.
Ji bilî Midûriya Gumrikê ya Diyarbekirê, Midûriyeta Karsazî ya Tesfiyeyê û Midûriyeta Parastin, Qaçaxvantî û Îstixbaratê; Midûriyeta Herêmê ya Îpekyolu Gumrik û Bazirganiyê ya ku li Deriyê Sînorê Xabûra Silopiyaya navçeya Şirnexê ye û 4 bajar li ser in jî dê bikişe vê avahiyê.
Dema ku midûrtî ji xizmetê re vebibin, hejmara xebatkarên vir, dê ji 150yî derbas bibe.