BITLÎS
Li Tetwanê ji hêla Komeleya Akademiya Ramanê ya Bidlîsê ve "Konferansa Serhildana Bidlîsê ya 1914an" hat lidarxistin. Konferans bi minasebeta salvegera "Serhildana Bidlîsê" ya 100emîn hat lidarxistin.
Di konferansa ku li Navenda Çandê ya Şaredariya Tetwanê hat lidarxistin de Serokê Şaredariyê Bidlîsê Huseyin Olan axivî û ji kesên beşdarî konferansê bûn re jî serkeftin xwest.
Serokê Şaredariya Tetwanê Fettah Aksoy jî di axaftina xwe de spasiya kesên konferans organîze kirin, kir û got ku ez bawer dikim ku di konferansê de di agahiyên baş dê bên dayîn.