ŞANLIURFA
Kesên ku li Kobanêyê di şerê navbera komên kurdan û milîtanên DÎŞIyê de birîndar ketibûn li Rihayê tên dermankirin.
Nêzîkî 2 meha ne li Kobanêyê şer dewam dike û di van demên dawiyê de şer dîsa mezin bû. Kesên ku di şer de birîndar ketin bi destê eqrebêyên wan û alîkariya ekîbên tendirustiyê yên ji Sûriyeyê ve anîn ber deriyê sînor ê Murşîtpinarê.
Birîndar bi çardarê ve derbasî aliyê Tirkiyeyê kirin û hêzên ewlekariyê nasnemeyên wan kontrol kirin. Birîndarên ku destûr sitendin û derbasî Tirkiyeyê bûn bi abulansan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê û nexweşxaneyên din.
Hat ragihandin ku di nav birîndaran de pêşmerge jî hene. Li gor agahiyan rewşa 8 birîndaran zehf giran e.