ANKARA
Nûnerên partiyên kurd yên li Îranê diyar kirin ku ji pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê hêvîdar in û dixwazin ku bi Îranê re pêvajoke bi diyalogê bidin destpêkirin û pirsgirêka kurd çareser bikin.
Siyasetmedarên kurd ji bo konferansa "Kurd Aştî, Demokrasî û Modelên Çareseriyê Nîqaş Dikin" li Ankarayê bûn. Siyasetmedarên kurd, pirsgirêka kurd ya li Îranê ji nûçegihanê AAyê re nirxandin.
Nûnerê Partiya Azadî ya Kurdistanê Huseyîn Yezdan diyar kir ku li Îranê ji aliyê azadiyên siyasî ve tu hiqûqeke kurdan tuneye û wiha got: "Dibêjin ku li Îranê bi tenê miletek heye, ew jî miletê Îranê ye. Bi rastî tiştekî wisa tuneye, li Îranê şeş milet hene; kurd, ezerî, fars, belûc, ereb û tirkmen. Serdestiya siyasî di destê farisan de ye û maf û hiquqekên pênc miletên din nas nakin."
Yezdan îdîa kir ku bi destê dewleta Îranê ciwanên kurd hînî madeyên hişbiriyê dibin û ji ber tengasiya aborî jî kurd li ser sînoran qaçaxçîtiyê dikin û nanê xwe wisa qezenç dikin. Yezdan bal kişand ku dadgehên Îranê hiqûqî nînin, siyasî ne û wiha got: "Ji ber eynî sûcî yên kurd tên darvekirin lêbelê yên ji Tehranê tên serbest berdan."
Yezdan diyar kir ku çend roj berê du rojnamevanên kurd ji bo ku bi kurdî dinivîsin hatin girtin û wiha got: "Îran li Kurdistanê fabriqayan ava nake. Destûr nade ku sermayedarekî kurd jî fabriqeyekê ava bike. Ciwanên kurd betal in. 15 milyon kurd hene li wir. Ji bo nanê xwe qezenç bikin diçin bajarên din, dixebitin. Di bûyerên 1979an de ji 100 hezarî zêdetir kurd hatin qetilkirin. Piştî fetwaya cîhadê hêzên Îranê hatin Kurdistanê û li çend gundên me qetliam kirin. Jin, zar, pîr û mela hemû kuştin. Hamû melayên me yên li gundan kuştin."
-"Li Îranê mirovekî sunnî nikare bibe serkomar an jî wezîr"
Yezdan got ku li Îranê bi tenê li kurdan, li hemû miletên din jî neheqî tê kirin û wiha got, "Li Îranê mezheba fermî heye. Ew jî şîaya dozdeh îmamî ye. Li gor qanunê li Îranê mirovekî sunnî nikare bibe serokomar an jî wezîr. Şîiyên ku ji mezheba dozdeh îmamî nebin, wan jî qebûl nakin. "
- Îran ji bo ku pêvajoya çareseriyê bisekine dixebite
Yezdan qala pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî kir û diyar kir ku Îran ji bo ku pêvajoya çareseriyê neçe serî dixebite.
Yezdan wiha axivî: "Îran dixwaze ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser nebe û ji bo vê jî astengiyê derdixe. Lewra Îran dixwaze ku bi pirsgirêka kurd zorê bidin Tirkiyeyê. Gava ku pirsgirêka kurd çareser bibe, Tirkiye dê bibe dostê hemû kurdan û wê çaxê Îran nikare bi vê pirsgirêkê zorê bide Tirkiyeyê."
- "Destûrê nadin ku mizeftên sunniyan jî bên çêkirin.
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Mihemed Salih Qadirî jî diyar kir ku li Îranê tu mafên kurdan tunene û zordarî li wan tê kirin.
Qadirî îdîa kir ku li dijî kurdan cîhad hatiye îlankirin û wiha got "Li Îranê ji serî heta niha kuştin û bidarvekirina kurdan û rêberên wan wek polîtîkaya dewletê hatiye qebûlkirin. Niha jî em mêze dikin ku li dijî kurdan cîhad îlan kirine. Bi vê fetwayê li Kurdistanê şerekî ku em qet naxwazin didomînin."
Qadirî diyar kir ku li Îranê kurdên sunnî, şîî û ehlê yaresan hene lêbelê tu kes nikare baweriya xwe bîne cih û wiha axivî: "Destûr nadin ku li bajarên kurd mizgeftên sunniyan bên avakirin. Di nav serjimara kurdan de sunnî, şîî û hinek jî ehlê yaresan hene. Ji bo baweriyên wan şert û mercên hêsan nayên avakirin û rêzê nîşanî van baweriyan jî nadin."
Qadirî vegot, dixwazin ku pirsgirêka kurd li Îranê bi rêyên aştiyane çareser bikin û wiha got, "Em kurd dixwazin ku li Îranê çareserîke bi diyalogê bidin destpêkirin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Mixabin rayedarên rejima Îranê guh nadin daxwazên me yên demokratîk. Îraniyan di sala 1989an de Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Dr. Ebdirehman Qasimlo li ser maseya muzakereyê kuşt. Sê sal şûnda jî Serok Dr. Sadiq Şerefkendî hat kuştin. Ji serî heta niha roj tuneye ku ciwanên kurd di girtîgehan de, li bajaran û li ser sînor neyên kuştin. Rejima Îranê bi çavê siyasi li pirsgirêkan nanêre, bi çavê ewlehî û leşkerî lê dinêre, ji ber vê jî her tim dikuje û îmha dike."
Qadirî diyar kir ku piştî hatina Rûhanî hêvî û daxwazên gel geş bûn û axaftina xwe wiha qedand:
"Gel li hêviyê bû ku bi hatina Serokomarê nû Hesen Rûhanî polîtîkaya Îranê biguhere û hinekî sist bibe. Lêbelê di sala 2013an de li gor agahiyên fermî 450 kes hatin bidarvekirin. Dibe ku ev hêjmar zidetir be jî. Di navbera van deh rojan de 40 kes hatin bidarvekirin."