DIYARBAKIR
Di serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a Diyarbekirê de dê tabloya sifir a hunera destan, a ku li ser portreyên wan cî digirin, dê diyarî Serokwezîr Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdoganê bikin.
Xebatên amadehiyê ji bo serdana Serokwezîr a ku dê sibê dest pê bike û bi qasî du rojan bidome, berdewam dikin. Diyariyên ku dê pêşkeşî Serokwezîr bikin jî amade ne.
Serokwezîr Erdogan di çarçoveya bernameyê de dê vebûna giştî ya 300 saziyan bike, mehra giştî ya 360 bûk û zavayan bibire. Tabloyeke ku li ser wêneya Serokwezîr Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan, amblema AK Partiyê û Sûrên Diyarbekirê heyî, dê diyarî serokwezîr bikin.
"Giraniya tabloyê 10 kîlo ye"
Xwediyê Fîrmaya Tanrikulu Sifirkerî û Serokê Platforma Tûrîzmê yê Diyarbekirê Mustafa Tanrikulu daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û got ku li ser sparîşa Serokê Bajêr yê AK Partiyê Aydin Altaç, ji bo ku diyariyê Serokwezîr bikin dest bi çêkirina tabloyê kirin.
Tanrikulu diyar kir ku tabloya ku li ser wêneya Serokwezîr Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdoganê, amblema AK Partiyê û Sûrên Diyarbekirê heyî ji bo serokwezîr û hevjîna wî bi awayekî taybet sêwirand. Tanrikulu got ku tabloya ku 10 kîlo ye, 2 metre dirêj e û metroyekî jî fireh e, bi karkeriya teybet hat amadekirin.
"Hêviya min ew e ku Serokwezîr û hevjîna wî tabloyê biecibîn in"
Tanrikulu got ku çêkirina wêneya Serokwezîrê me û hevjîna wî ji bo min rûmetek e. Hêviya min ew e ku Serokwezîr û hevjîna wî tabloyê biecibîn in. Tanrikulu diyar kir ku hatina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesud Barzanî û Şivan Perwer ya Diyarbekirê ji bo me kelecaniyeke mezin e.
Tanrikulu diyar kir ku serdan bila bibin wesîleya xêrê û wiha axivî: "Ev hesteke gelek xweşik e. Me bihevrebûna her sêyan xeyal jî nedikir. Înşelah pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî bidome. Ji ber ku pêvajoyê Diyarbekir guherand. Ez wisa bawer dikim ku pêvajo bi vî awayî bidome, dê ji bo hemû welat gelekî bi xêr be."
Tanrikulu diyar kir ku li ser sparîşa karsazekî Diyarbekirî bi qasî mehek berê dest bi çêkirina wêneya sifir ya Serokê HKIFyê Mesûd Barzanî kir û got me ev tabloya ku bi qasî du metroyan dirêj e û metroyekî jî fireh e, amade kir. Lê diyar nîne ka dê karsaz tabloyê di serdana Diyarbekirê de an jî li Hewlêrê diyarî Barzanî bike.