Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu derbarê kuştina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslana 20 salî de wiha got: "Aslan bi awayekî hov û xwînxar hat kuştin. Peyva hov ji bo îzahkirina vê kuştinê têrê nake. Ev bûyer ji bo nîşandana mirovên ku ji fitratê xwe yê însanetiyê dûrdikevin dikarin çi bikin, tenê mînakek e."
Yapicioglu di kongreya bajêr a asayî ya partiya xwe ya ku li otelekê Edenê hat lidarxistin de axivî.
Yapicioglu bal kişand ser mirovan û got ku hin mirov ji fitratê însanetiyê dûrketine û wiha dewam kir: "Çi diçe ji însanetiyê diçe. Hêj çend roj berê li Tarsûsê bûyereke ecêb û hovane qewimî. Xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslana 20 salî hat revandin û bi benzîn ve hat şewitadin. Peyva hov ji bo îzahkirina vê kuştinê têrê nake. Ev bûyer ji bo nîşandana mirovên ku ji fitratê xwe yê însanetiyê dûrdikevin dikarin çi bikin, tenê mînakek e. Pirsgirêk ne ji cezanekirina suçdaran e ne jî kêmaniya cezakirinê ye. Wisa be pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk ew e ku mirov bi tevahî ji axîretê dûr dikevin, mirin û tirsa Xwedê ji bîr dikin."
-Besteka Ewlehiyê ya Navxweyî
Yapicioglu got ku partiyên mixalefet li dijî "Besteka Ewlehiyê ya Navxweyî" ne û wiha pê de çû: "Sedem û hinceta her kesên ku îtiraz dikin cuda ne, lê di dawiya dawîn de ji ber ku ewqas însan li dijî vê disekinin divê 'sedemeke vê hebe', divê em li ser vê sedemê bifikirin, ne wisa? Gelo hûn çima li hemberî hemû kesên ku dibêjin ev pêşnuma divê bê sererastkirin heman miameleyê dikin?"