Sevim Hatun
12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
MERSİN
Mehmet Aslanê Bavê Ozgecan Aslana xwendekara zanîngehê, derheqê kuştina Ahmet Suphî Altindoken û birîndarkirina Necmetîn Altindokenê ji kujerên qîza xwe da wiha got: "Ma gava ku ez pê hesiyam wê çi hîs bikim, niha ez bibêjim ez xemgîn bûm derew e, ez bibêjim ez kêfxweşbûm ev jî derew e. Ez di nav hestên kompleks da me."
Malbata Aslan, ji rojnamegeran ra, mirina Ahmet Suphî Altindokenê ku li girtîgeha Edeneyê rastî êrîşa biçek hat û mir û birîndarbûna Necmettîn Altindokenê bavê Ahmet, nirxandin.
Bavê Ozgecan Aslanê got ku hevalekî xebera kuştin û birîndarkirina wan da wî û wiha axivî: "Ma gava ku ez pê hesiyam wê çi hîs bikim, niha ez bibêjim ez xemgîn bûm derew e, ez bibêjim ez kêfxweşbûm ev jî derew e. Ez di nav hestên kompleks da me."
Aslan wiha dewam kir: "Heke ez zanibûma ku di vê dinyayê da 3 mirovên nebaş hebûn û ew jî mirin, ez ê bi mirina wan rihet bibûma. Lê gelekên din hene. Em vana hemûyan bikujin, çi bikin? Evana ji Marsê nehatin, ew jî zarokên dê û bavekê bûn. Heke ev malbat tenê li zarokên xwe xwedî derneketana, hinekî li zarokên din xwedî derketana wê bûyerên wiha çênebûna, lê ku wiha nekin wê bûyerên bi vî şiklî her û her dewam bikin."
Songul Aslana diya Ozgecan Aslanê jî wiha got:
"Ez ji ber vê bûyerê ne kêfxweş bûm ne jî xemgîn bûm. Dibêjim teqdîrî îlahî. Xwedê alîkarê hemûyan be, kî çi heq dike Xwedê wî bike nisîbê wan. Ez li ser xeberê kêfxweş nebûm, dizanim ku qîza min venagere."