HATAY
Weqfa Alîkariya Însanî ÎHH, li 120 hezar penaberên sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe revîn û hatin xwe sipartin Tirkiyeyê şîva germ belav dike.
Zarokên penaberan bi piyê pêxas ji bo ku karibin tasek şorba germ bigrin bi saetan di nav çemûrê de, piya disekinin. Rewşa zarokan dilan disoje.
Şêwirmendê Ofîsa Çapemeniyê ya Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHyê Bûrak Karacaoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo alîkariyê bidin penaberên sûriyeyî yên di nav şert û mercên dijwar de, di konan de dijîn hewl didin.
Karacaoglu got ku di serî de li sûriyeyiyên Atmeyê û yên di kampên nêzî sînorê Tirkiyeyê de dijîn her roj şorba germ belav dikin û wiha axivî: "Xebatên me yên ji bo Sûriyeyê dewam dikin. Piştî sar û sermayê dest pê kir, me jî hewl da ku em li penaberan şîva germ belav bikin. Em qet nikaribin tiştekî bikin jî em ê di van rojên sar û serma de li penaberan tasek şorba germ belav bikin."
- Zarok, ji bo tasek şorbeyê kêf dikin
Zarok ji bo ku karibin taseke şorba germ bixwin bi saetan di nav çemûrê de disekinin. Konê ku lê şorbe tê belavkirin ji ber berf û baranê bûye çemûr. Rewşa zarokên, ku bi saetan disekinin dilan disoje. Lê zarokên ku tasek şorba germ bi dest dixin bi ken û kêf ber bi konê xwe ve diçin.