ÎZMIR
Fona Arîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) çîroka hatina Tirkiyeyê ya Ezîze Şêxoya 24 salî ya lazqiyeyî ya bi kalikê xwe yê ku nexweşê alzheimerê ye û birayê xwe re, hewldana wê ya ji bo ku bibe hemşîre û xeyala wê ya vegerîna Sûriyeyê ragihand cîhanê.
Organîzasyon li hember nexweşiyên wekî Abola û AIDSê û bi şer û xîzaniyê re têkoşînê dide û xebatên xwe yên der barê vê yekê de ji ser navnîşana www.unicef.org radigihîne çapemeniya cîhanê. Organîzasyon di malperê de bi serenava Children of Syria (Zarokên Sûriyeyê) cî da çîroka jiyana Ezîzeya 24 salî ya ku 7emîn zaroka malbata Şêxoya lazqiyeyî ye.
UNICEFê eşkere kir ku dema li Sûriyeyê pevçûn gur bûn, Ezîze li Zanîngeha Tishreenê di beşa Fizîkê de xwendekara pola 3yemîn bû û da zanîn ku Ezîze di 14ê temûza 2012an de bi xwîşka xwe û kalikê xwe yê 93 salî yê ku nexweşê Alzheimerê ye re ji sînor derbas bû û peywirdarên tirk ji ber nexweşiya wî bapîrê Ezîzeyê dan pişta xwe û kalikê wê di roja xwe ya duyem a li Tirkiyeyê de di konbajarê de mir.
Ezîze li Zanîgeha Mustafa Kemal ya li Antakyayê dikeve dersên Beşa Fizîkê û bi piştgiriya UNICEFê ji TOMERê sertîfîkaya tirkî sitand. UNICEFê ragihand hemû cîhanê ku Ezîze niha li Zanîngeha Mersînê di Beşa Hemşîretiyê de dixwîne û ji kesên ku kalikê wê dan pişta xwe û derfet peyda kirin ku perwerdeya xwe temam bike û ji Tirkiyeyê gelekî hez dike.
- Ezîze: "Ne niha li ez ê teqez dîsa biçim"
Ezîzeya ku li konbajara li Hatayê dijî daxuyaniyek da nûçegihana AAyê û da zanîn ku bi saya UNICEFê jînenîgariya wê û spasdariya wê ragihandin hemu cîhanê û ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweş e.
Ezîzeyê qal kir ku dersên erebî dide xwendekarên tirk û dersên kîmya û fizîkê jî dide sûriyeyiyan û destnîşan kir ku ji beşa fizîkê mezûn bû lê niha hemşîretiyê dixwîne û dixwaze ku rojekê arîkariya nexweşan bike.
Ezîzeyê got xeyal dike ku rojekê vegere welatê xwe û ji bo welatê xwe bixebite û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez spasiya Tirkiyeyê dikim, deriyên xwe ji bo me vekirin û ji bo me berdewamiya perwerdeyê gelekî girîng e. Dibe ku em demildest nekarin ku vegerin Sûriyeyê, dibe ku tiştek bê serê me lê piştî ku şer qediya ez ê teqez vegerim."
- Texmîna UNICEFê ya der barê zarokên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokatiya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hatin bidestxistin li Tirkiyeyê 882 hezar û 644 zarokên sûriyeyî hene.
Li gor jimarên UNICEFê jimara zarokên kurîn ên li Tirkiyeyê 455 hezar û 398 e, jimara zarokên keçîn jî gihişt 427 hezar û 246 kesan.
Hat diyarkirin ku jimara zarokên sûriyeyî yên ku li kampan dimînin jî 119 hezar û 350 ye.