ANKARA
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acîlê ya Serokwezîriyê (AFAD) ragihand ku li Artvînê ji ber lehî û hezazê 8 welatî mirin, welatiyek winda ye û 19 welatî jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya AFADê li Arhavî, Hopa û Borçkaya navçeya Artvînê piştî bobelata lehiyê, 46 ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên AFADê û 372 personelên lêgerîn û xelaskirinê dixebitin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû sazî û sazûmaniyên têkildarî bobelatê di kordînasyona AFADê de dixebitin û hat ragihandin ku Serokê AFADê Fuat Oktay li herêmê di cih de xebatan dişopîne. Li gor daxuyaniyê, Midûriyên AFADê yên Samsun, Ordu, Gîresun, Gumuşhane, Bayburt, Erzirom, Erdexan, Qers, Artvîn, Trabzon û Rîze ji ber barana guj di teyakuzê de ne. AFAD 24 saetan geşedanan dişopîne.