ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku lijneya wezîran a berwext ava bike, Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Konyayê Serokwezîr Ahmet Davutoglu wek Serokwezîr tayîn kir.
Serokomar Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi Serokwezîr Davutoglu re civîn kir. Civîn bêyî çapemeniyê hat kirin û nêzî saetek û nîvî dewam kir.
Serokomar Erdogan biryar da ku hilbijartinên Meclisa Millet a Mezin a Tirkiyeyê cardin werin kirin. Di nav partiyan de herî zêde parlementerên AK Partiyê hene. Erdogan li gor benda 114em a Makezagonê ji bo ku lijneya wezîran a berwext ava bike, Serokê Giştî yê Partiya Edalet û Pêşketinê û Parlementerê Konyayê Serokwezîr Ahmet Davutoglu wek Serokwezîr tayîn kir.
Piştî hilbijartinê ji ber ku Lijneya Wezîran îstifa kir, Serokomar Erdogan xwest ku heta hikûmeta nû ava bibe, bila hikûmet wezîfeya xwe bidomîne. Vê carê jî li gor benda 114em ya makezagonê Lijneya Wezîran ji wezîfeyê vekişiya, lê Erdogan xwest, heta ku Lijneya Wezîran a berwext ava bibe, bila Lijneya Wezîran a berê wezîfe bike.