03 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê leşkerê ku di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da birîndar bibû, cangorî bû.
Li navçeyê bi mebesta dagirtina xendekan, rakirina barîkatan, îmhakirina teqemeniyên ku ji aliyê endamên PKKya rêxistina terorê ve hatine danîn û parastina ewlehiya welatiyan, qedexeya derketina derva û operasyon didome.
Di pevçûnan da leşkerê ku bi guleya mensûbên rêxistina terorê birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê, lê cangorî bû.
Hat ragihandin ku wê piştî nîvro ji bo cenazeyê leşkerê cangorî merasim were kirin û paşê bişînin welatê wî.