03 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
ŞIRNAK (AA) - Li Silopiya navçeya Şirnexê ya ku lê operasyonên ku hêzên ewlehiyê dibirin ser terorîstên PKKyî temam bûn welatî kêfxweş in ku di atmosfera ewlehî û aramiyê ya ku hat pêkanîn jiyana xwe berdewam dikin.
Bi operasyona "Muhammet Onurê Polêsê Şehîd" a ser terorîstên PKKyî de navçe ji terorîstan hat paqijkirin, li navçeyê çalên ku hatin kolan hatin tijîkirin bergirî hatin rakirin.
Hêzên ewlehiyê teqemeniyên bidestçêkirî yên ku terorîstan li mal, kargeh û rêyan veşartine tespît dikin û wan îmha dikin.
Li navçeya ku ku ji mensûbên rêxistina terorê hat paqijkirin ji 19ê kanûna paşîn ve di navbera saet 05.00-18.00an de qedexeya derketina derve hat rakirin.
Li Silopiya ku aramî hat pêkanîna şopên êrîşên terorê tên paqijkirin. Welatî ji bo ku hewcedariyên xwe pêk bînin bi rehetî danûsitandinê dikin, esnafê ku dikanên xwe vekirin jî ji ber ku dikarin tiştan bifroşin kêfxweş in.
Welatî di demên xwe yên vala de jî li pastaxane û qehwexaneyan tên bal hev û sohbet dikin.
Esnaf Mesûd Haşimî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku êrîşên terorê gelekî zirar dan navçeyê û qal kir ji ber ku aramî û ewlehî hat pêkanîn kêfxweş e.
Şehmûz Çîftçî jî qal kir ku dema ku bûyer diqewimiyan gelekî ditirsiyan û got "Înşeallah em car din wan rojan nebînin. Em dixwazin ku dewleta me piştgirî bide esnafê."
Îsa Bozgeyîk jî diyar kir ku ji ber ku gihaştin aramiyê kêfxweş in.
Hosteyê şêrînahiyê Mehmet Kaynar jî da zanîn ku li navçeyê jiyan normalîze bûye.