IGDIR
Li Îdirê cinazeyê Berbirsiyarê Nivîsiyê yê Rêvebiriya Xwemaliya Îdirê Osman Akiş, yê keça wî, meta wî û xwarziya wî hatin definkirin.
Cenazeyên kesên ku di bûyerê de can dan ji Lijneya Tipa Dadî ya Trabzonê anîn bajêr û danîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Xizmên miriyan jî hatin nexweşxaneyê û cenazeyên wan derxistin û birin goristana gundê Tacîrliya li ser navendê.
Cenazeyê Osman Akiş, keça wî Meltem Akiş û xwarziya wî Elanur Akiş piştî nimêja cinazeyan li wê derê hatin definkirin. Cinazeyê Guvercîn Alcan a meta Osman Akiş jî li goristana Asrî ya Navendê hat definkirin.
Ji bo veşartina cinazeyan gelek welatî jî hatin goristanê.
-Bûyer
Bûyer li taxa Ataturkê qewimîbû. Osman Akiş ê (40) ku bi mêvantî hatibû mala meta xwe Guvercîn Alcanê û ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi dê, met û xwîşka xwe re pev çûbû. Li ser vê pevçûnê Akiş bi tivinga bipompe gule berî keç, dê, xwîşk, met û xwarziya xwe dabû û xwe jî kuştibû.
Di bûyerê de Osman Akiş, keça wî Meltem Akiş, xwarziya wî Elanur Akiş û meta wî Guvercîn Alcanê can dabûn.