Li gor agahiyan, tirimbêla bi plakaya 38 H 0074 a ku ber bi Wanê ve diçû, li gundê Çanakliya ku li ser rêya di navbera Wan û Hakkariyê de, li keçika 11 salî ya bi navê Nûrjîn Adiyaman qelibî. Keçika birîndar ji aliyê niştecihan ve sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê hat kirin. Welatiyan ragihand ku li heman cihî, di 20 salî de 20 kes di qezaya trafîkê de mirine û rê ji trafîkê re girtin.
Ji aliyê welatiyan ve rê nêzîkî 3 saetan ji trafîkê re hat girtin. Li ser vê yekê Cîgirê Fermandarê Bajêr ê Cendermeyan Yarbay Fatîh Ustundag hat cihê bûyerê, welatî îqna kirin û rê ji trafîkê re hat vekirin. Ajokarê wesayitê yê ji aliyê gundiyan ve hat girtin, ji bo îfadegirtinê ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.
Muxtarê gundê Çanakliyê Şefîk Adiyaman ji nûçegihanan re daxuyand ku hefteyek berê jî li heman cihî qezayek pêk hatiye û bavê 5 zarokan di qezayê de miriye û îro jî Nûrjîn Adiyaman li vir birîndar bûye. Adiyaman wiha dewam kir: "Ji ber bûyerên ku di sala 1991an de pêk hatin em ji cihê me derxistin û li gundê Çanakliyê bi cih kirin. Di nav gund de rêya Wan û Hakkariyê derbas dibe. Gundiyên ku ji aliyekî rê derbasî alî din dibin, ji ber ku wesayit bi lez derbas dibin tim birîndar dibin. Îro siûda Nûrjînê hebû ku birîndar bû, mixabin xwişka wê Ceylan Adiyaman 4 sal berê li heman cihî, di qezayê de mir. Daxwaza me ev e ku wesayit di nav gund de ewqas bi lez derbas nebin û peywirdar pirsgirêkê çareser bikin."
Li ser bûyerê, Waliyê Hakkariyê Necmettîn Kalkan têlefonî muxtarê gund Adiyaman kir û got ku çi hewce bike dê bikin.