Sagip Sezginer
01 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2021
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdira bajarên Herêma Rojhilatê tavî tê payîn.
Li gor daxuyaniya ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî û pir ewrayî be. Tê payîn ku li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê jî tavî û taviya bibirqetav wê bi tesîr be.
Germahiya hewayê wê li gor asta demsalê di navbera 1 û 3 pileyan da dakeve û ba jî ji alî bakur va piçek nerm û car caran jî wê bi lez bê.
Bi şev germahiya herî kêm li Qers, Agirî û Erdexanê 6, Erziromê 7, Tunceliyê 9, Erzincanê 10 û Îdirê jî 12 pile hat pîvandin.