ANKARA
Serokatiya Karên Diyanetê biryara da ku ji ber Şeva Beratê îsal li hemû mizgeftan hemû kes ligel hev heman diayî bikin.
Li Tirkiyeyê li 85 hezar mizgeftî piştî nimêja eşayê heman dia hat kirin.
Dia ji bo dil, armanc, hezkirin, xem û janê hat kirin. Di diayê de behsa biratî û yekîtiyê hat kirin.
Di diayê de dîsa behsa şer, dagirkerî û komkujiyê hat kirin û wiha hat gotin: "Ya Xwedê, niha li dinyayê bi milyon însan hez dike ku tu wan xilas bikî, tu bibe arîkarê wan."
Di diayê de wiha hat gotin: "Ya rebbî, me ji bo aştî û hizura mirovahiyê, bixe nav mifteyên xêrê û qufileya şer."