MUGLA
Li Ûlaya navçeya Mûglayê minîbusa ku turîst têde bûn qelibî. Di qezayê de turîsta rûs mir, 14 turîst jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan Minîbusa turîstan ku ji balafirgeha Dalamanê diçû Marmarîsê û ajokar û pileqeya wê hê jî ne diyar e, ji ber sedemeke nediyar li nêzî Gokçeyê qelibî.
Di qezayê de 15 turîst birîndar bûn, piştî midaxeleya ewil ya li cihê buyerê, birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Mûgla û navçeyên derdorê.
Ji birîndaran Natalîa Russkîkh (50) li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê mir. Hat gotin ku rewşa birîndarên dinê baş e. Ajokarê minîbusê jî hat binçavkirin.