Koray Kılıç,Ayhan Kayhan
24 Hezîran 2025•Rojanekirin: 25 Hezîran 2025
Li Adanayê bi mezinahiya 4,5ê erd hejiya.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 07.09an da navend Saimbeyliya naçeya Adanayê bi mezinahiya 4,5ê erdhejek hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej bi qasî 6,96 kîlometroyan di kûrahiyê da çêbû.
Walî Yavuz Selîm Koşger di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da, anî ziman ku ekîb li saheyê lêkolîna pêwîst dikin û got, "Li taxa Yardibiyê qetek latê ketiye xwarê û çend xaniyek sîwaxên wan weşiyane, ji bilî van tu neyêniyek tune ye. Qetên latê yên ku ketibûn ser rê bi lezgînî hatin rakirin. Derbasî be Saîmbeylî, Xwedê welatê me ji hemî cureyên bobelatan biparêze."