Emin Tezerdi
21 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2024
ADIYAMAN (AA) - Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê wesayitek welgeriya şerampolê, 6 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê A.A. û plaqeya wê 54 ADR 080 e li ser rêya Golbaşî û Kahramanmeraşê li taxa Çaglayancerîtê welgeriya şerampolê.
Di qezayê da şofêr û 5 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.