11 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
AGRI
Li Agiriyê alîkariya kincan dan xwendekarên Dibistana Seretayî ya Yavuz Sultan Selimê.
Mont, sol û kincên ku şirket û karsazên xwedîxêr şandibûn Dibistana Seretayî ya Yavuz Sultan Selimê bi destê Midûr Burhan Kaya, Kudbettîn Kaya û Firat Kayayê Midûrên Şaxê yê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr li xwendekaran hatin belavkirin.
Midûrê Şaxê yê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Kudbettîn Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hewla mamoste û rayedarên xwendingehê va ji bo xwendekaran alîkariyê top dikin.
Kaya destnîşan kir ku hemû xwendekarên mektebê ji vê alîkariyê îstifade kirin û wiha got: "Temeniya min ew e ku ev xebata li vê derê ji bo hemû saziyan bibe mînak."
Mamosteyê Rêber yê Dibistana Seretayî ya Yavuz Sultan Selimê Yakup Yavuz jî got ku hewla wan ew e ku di van şert û mercên zivistanê yên zor da hewcedariya xwendekaran bibînin, ji hemû kesên ku ked û xêra wan tevlî vê xebatê bûn ra sipas dikin.