Önder Beyter
30 Adar 2021•Rojanekirin: 30 Adar 2021
Li Agiriyê têkoşîna dijî berfê ya ekîban hê jî didome. Ji bo vekirin û firehkirina rêyên goman ên girtî xebat berdewam in.
Rêveberiya Taybet a Parêzgehê digel 78 makîneyên kar, 91 personel û 8 ekîbên mobîl va li ser peywira xwe ye.
Ekîbên ku li erdnîgariya dijwar peywirê tînin cih, ji bo vekirina rêya hin gund û goman xebat dan destpêkirin ku bi vê pêla dawîn a barîna berfê ya di dawiya meha adarê da hatibûn girtin.
Ekîbên berfê bi xebatên xwe yên bênavber rêyên hemû gundên li çolterê ku sitûriya berfê li hin cihan 2 metre ye, vekirin.
Operator Fecri Bayram ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin, çi ji destê wan tê ew dikin, ew şev û roj xebitîn û wan rêya gundan vekir.
Her wisa xebatên ekîban ên vekirin û firehkirina rêyên mezreyan didomin.