Komeke bi qasî 500 kurdên sûriyeyî yên ku ji ber pevçûnên di navbera DÎŞIya rêxistina terorê û hin komê kurdan de reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê, ji bo hin eşya û wesayîtên xwe bînin çûn Sûriyeyê.
Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Farûk Çelîk diyar kir ji bo ku kurdên sûriyeyî bikaribin wesayîtên xwe yên li bajarên xwe bînin Tirkiyeyê xebat dan destpêkirin. Gelek penaber li ser vê yekê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ya li Sûrûçê re derbasî Kobanê bûn.
Fadil Bozanê ji bo ku biçe welatê xwe li bendê bû ku ji sînor re derbas bibe daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku ez dê eşyayên xwe bînim û vegerim Tirkiyeyê.
Sîtare Esma jî bi pitika ber milê xwe re derbasî Kobanê bû û wiha axivî: "Ez dê nasnameya xwe û cil û bergên xwe bînim û vegerim Tirkiyeyê. Ji ber ku tu kesê min tune ku ez zaroka xwe bihêlim li cem wan ez mecbûr im ku wê jî bi xwe re bibim."
Ji ber ku gelek kes dixwazin derbasî aliyê din ê sînor bin ji ber vê yekê li ber deriyê sînor gelek rêz çêbûn.