06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
BALIKESÎR/ÎZMIR
Hat ragihandin hejmara kesên ku di bota li perava Ayvalika navçeya Balikesîrê binav bûbû de xeniqîn derket 36an.
Li gor agahiyên ku ji Fermandariya Ewlehiya Qeraxê hat hildan îxbarek hat û hat gotin ku ekîbên cendirmeyan ji qeraxa Çemê Madraya ser Taxa Altinovayê cesedên kesên xeniqîne berhev dikin. Li ser vê îxbarê ekîba di bota Ewlehiya Qeraxê ya ku hat wezifedarkirin de bûn ji behrê û ser zinaran 5 kes xilaskirin û cesedê 7 penaberan jî dîtin.
Di lêgerîna ku cendirmeyan li qeraxê kir de jî 7 penaber hatin xilaskirin û cesedê 29 penaberan jî hat dîtin.
Li herêmê ji bo dîtin û xilaskirina penaberan ekîbên di helîkopterek û 3 botên aîdê Fermandariya Ewlehiya Qeraxê de ne xebatên xwe didomînin.