11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
ANKARA
Li Bakurê Iraqê herêma Metîna û Zapê stargeh û kozikên çekan yên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin bombekirin. Li her du herêman 49 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li welêt operasyonên cendirme û polêsan bi serkeftî dewam dikin. Hêzên Çekdar ên Tirkan jî li qadên ku lê berpirsiyar in, bi terorîstan ra têkoşînê didomîne.
Li gor vê, duh li Hekkariyên gelek stargeh, şikeft û kozikên çekan yên rêxistina terorê hatin tesbîtkirin û ji hewa û erdê va hatin bombekirin.
Di operasyonê da li şikeftan, bombeyeke destan, 120 funyeyên bielekrtîk, 26 vîdon mazot, tup û amûrên ku pê teqemenî tên çêkirin, dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Li Licê hedefên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin tesbîtkirin û hatin bombekirin. Di operasyonê da 14 mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin kuştin.
Li operasyona Sêrtê jî stargehên terorîstan hatin tesbîtkirin. Di lêgerînê da 200 fîşengên 7,62 mm yên keleşkofê, du têlsiz, amûrên ku di çêkirina teqemeniyê da tên xebitandin û gelek dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Li ser rêya Plumura Tunceliyê û Çelêya Şirnexê û li Şemzînan her yek teqemeniyek hat dîtin û hatin îmhakirin.
Îro jî li Bakurê Iraqê herêma Metîna û Zapê stargeh û kozikên çekan yên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin bombekirin. Li her du herêman 49 terorîst hatin kuştin.
Ji aliyekî din va Sererkaniyê ragihand, li Panosa navçeya Agiriyê 2 kes ji bo ku elemanan ji rêxistina terorê ra peyda dike û alîkariyê dide, hatin binçavkirin.