11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2015
ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di civîna bîranînê ya ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê mirin de axivî.
Demirtaş got ku duh wan hewl da ku ji bo aştî û demokrasiyê li Qada Sihhiyeyê mitîngeke aştiyê pêk bê û wiha axivî: " Tirk, kurd, ereb, çerkez, ermenî, sunî, elewî, suryanî, êzdî her kes di dilê xwe de bi strana aştiyê ve dihat vê qadê. Dixwestin ku hêza kesên bindest li Sihhiyeyê nîşanî dîktatoran bidin. Em ê birik dewam bikin û bibêjin azadî, berxwedan. Dilê me dişewite."
Demirtaş destnîşan kir ku 128 kes mirine û bi sedan birîndar hene û wiha dewam kir: "Ji duh êvarê pê ve me dest pê kir ku em cinazeyan oxir bikin. Îro em şînê digrin, xemgînin lê em bihêrsin jî. Helbet em ê bibêjin ku 'em ê hesabê vê bipirsin' û wisa em ê xwîşk û birayên xwe oxir bikin. Helbet rojekê bê û dewranê biguhere û ew kesên ku dibêjin "me ev welat teslîm hilda, dewlet malê me ye, welêt malê me ye" hûnê hesab bidin gel."
Demirtaş got ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu duh di daxuyaniya xwe de wî sûcdar kiriye, gef li wî xwariye û wiha axivî: "Me dixwest ku em di êş û qetlîamê de bibin yek, lê em ê bi kujerên xwe ve bi êşa xwe ve çawa bibin yek? Em ê çawa kesên ku me dikujin û li pişt me jî ji me re dikenin re bibin yek? Yên ku di dilê wan de wicdana wan de perçeyên mirovahiyê hene ji xwe bûne yek. Hemû bindestên li Tirkiyeyê li hember vê qetlîamê bûne yek. Nasname, bawerî, fikrên siyasî çi dibe bila bibe em ê bibêjin ku ' ev dewlet ya me ye, ev welat malê me yê hevpar e". Em ê nebêjin bila tundî tundiyê bîne, lê em ê hesabê vê bipirsin. Gava ewil nêzîk dibe ku ev jî 1ê sermawezê ye. Ew roj her tiştê dawî nebe, lê dawîbûna we wê di 1ê sermawezê de bibe. Em ê di sermawazê de bibêjin "dîktatoran têkbirin cuda ye" û em ê ji wir dest bi karê xwe bikin."
Demirtaş ji bo miriyan sersaxî da û got ku Xwedê şifa xwêrê bide birîndaran.
- "Em ê ji bo aştî û demokrasiyê tekoşîna xwe bidomînin"
Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamuyê Lamî Ozgen jî got ku bila êdî xwîn û rondik nerijin, êş neyên kişandin û wiha axivî:
"Şîna me heye, em îsyanê dikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe, em ê ji bo aştî û demokrasiyê tekoşîna xwe bidomînin. Fail û kujer diyar in. Yên ku li dû desthilatiyê û saltanatê ne bi namerdî kulîlkên me dikujin. Ez car din sersaxiyê didim malbata wan, gelê me, karker û kedkarên me. Ez dibêjim ku em ê heta dawiyê vê êşê di dilê xwe de veşêrin."