DIYARBEKIR
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di operasyona ku birin ser YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya PKKê de 104 kes hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê bi hinceta ku hin endamên YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya PKKê tevlî çalakiyan bûne û zirar dane avahî û saziyên kamûyê li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Batman û Sêrtê operasyon li dar xist.
Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê li dar xistin de bi tevahî 104 kes hatin girtin.
- Diyarbekir
Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr a Diyarbekirê di daxuyaniya xwe ya weşand de ragihand ku li navenda bajêr û Bismil, Erxanî, Farqîn û Liceyê girtin ser 90 navnîşanî û 53 kes binçav kirin. Li navenda Diyarbekirê li ser 50 navnîşanî operasyona hevdem hat kirin û 3 jê ji 18 sali biçûktir 31 gumanbar hatin binçavkirin û 3 tebance, 3 tiving, hişkeberek, 60 fişek, 77 kartûş û 2 kêrên mezin hatin girtin.
Di operasyona ku li Bismil, Erxanî, Farqîn û Liceya navçeyên Diyarbekirê hat lidarxistin de jî 22 kes hatin binçavkirin û 2 tivingên bêrûhsat ên nêçîrê û 2 teqemeniyên bi destçêkiri hatin girtin.
Li Mêrdîn û Kiziltepe, Nisêbîn û Mîdyata navçeyên wê jî bi heman armancê operasyon hatin kirin û hêzên ewlehiyê di heman demê de girtin ser hin navnîşanên ku berê diyar kiribûn û li wan deran 21 kes binçav kirin, dest dan ser 6 tebance û gelek belgeyên rêxistinê.
Ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê jî li gundê Tepeonê û bajaroka Balverenê operasyona hevdem li dar xist. Di operasyona li ser 14 navnîşanan hat kirin de 10 endamên YDG/Hyê yên ku li gor tespîtan tevlî çalakiyan bûbûn hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Batmanê jî li taxên Saglik, Baglar, Pazaryerî, Beşevler û Hîlalê operasyona hevdem kirin û 16 kesên ku beşdarî çalakiyên dereqanûnî bûbûn binçav kirin.
Di operasyona ku li Sêrtê hat lidarxistin de jî 4 kes hatin binçavkirin.