ANKARA
Endamên rêxistina terorê li Şirnex û Diyarbekirê 10 wesaît şewitandin.
Serokatiya Sererkaniyê ji ser malpera xwe ya înternetê der heqê xebatên Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê û bûyerên rojane de daxuyanî weşand û agahî da.
Li gor agahiyên ku hatin dayîn endamên PKKê li gundê Aksû ya ser Sîlopiya navçeya Şinexê 7 wesaîtên Şirketa Anonîm a Hilberandina Elektrîkê ya Sîlopiyê şewitandin. Ji ber bûyerê hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Ji bilî vê jî komeke endamên rêxistina PKKê li texma Taxa Kocakoy Tepecîk a ser Diyarbekirê rêya Diyarbekir-Bîngolê girtin û du wesaît dan sekinandin yek şewitandin û ya din jî xesp kirin. Der heqê bûyerê de jî tehqîqatê dest pê kir.
Komeke endamên rêxistina PKKê yên ku rêya Lîce-Hanêyê girtibûn jî 2 wesaît şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek jê li Hekariyê 2 endamên PKKê jî bê çek û cebilxane teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.