Yeşim Sert Karaaslan
19 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2021
Li Behra Sipî li nêzî peravê Kaşa navçeya Antalyayê erd bi lerza 6ê hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvabiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), di saet 08.30yan da li Behra Sipî erd hejiya.
Erdhej 36,10 kîlomêtro di binê rûyê behrê da çêbû, hat tesbîtkirin ku navenda erdheja bi lerza 6ê jî 189,11 kîlomêtro dûrî qeraxê Kaşê ye.