Yasemin Kalyoncuoğlu
23 Hezîran 2024•Rojanekirin: 24 Hezîran 2024
ANKARA (AA) - Li Behra Spî bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), di saet 11.14an da hejeke bi mezinahiya 4,2yan hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin, erdheja ku navenda lerza wê, qedera 400,46 kîlometre dûrî Datçaya navçeya Muglayê ye, 49,2 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.