BITLÎS
Endamên rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî ve êrîş birin ser Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Kaynarcayê ya ku li ser rêya Tetwan-Wanê ye û di encama êrîşê de 2 esker birîndar bûn.
Walîtiya Bidlîsê daxuyanî da û diyar kir ku endamên rêxistina terorê kamyoneta tijî bombe serê sibehê saet di dora 05.00an de li ber deriyê Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Kaynarcayê teqandin.
Di teqînê de 2 esker birîndar bûn û di qereqolê de jî xesar qewimî. Eskerên birîndar jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Eskerî ya Tetwanê.
Hat ragihandin li herêmê ji bo girtina terorîstên ku êrîş kirin operasyoneke berfireh dan destpêkir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bilî vê jî duh êvarê saet di dora 18.35an de terorîstan bi çekên lûledirêj ve gule berî Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Cevîzyatagiya li Norşênê ye dan. Hêzên ewlehiyê demildest bersiv dan û terorîst ji herêmê reviyan, di êrîşê de tu tişt bi kesî nehat û ji bo girtina êrîşkaran li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir.