ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona li dijî YDG/Ha şaxa ciwanan a PKKya rêxistina cihêxwaz da li 13 navçeyan di ser 23 navnîşanan da girtin û 15 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê 13 navçeya di ser 23 navnîşanan da girtin û navenda operasyonê jî Kuçukçekmece û Baxcilar bû.
Di operasyonê da ekîbên midûriyata şaxên Çewîk Quwetê û Tevgera Taybet jî piştgirî dan û firokeyên polêsan jî ji hewayê piştgirî dan. Di operasyonê da 15 kesên ku tê îdiakirin endamên YDG/Ha şaxa ciwanan a PKKya rêxistina cihêxwaz in hatin binçavkirin. Hat îdiakirin ku kesên şikbar di amadehiya çalakiyan da bûn.
Di lêgerînan da debançeyeke bêrûsqet, gelek fîşeng, dokumanên rêxistinê, amûrên dijîtal û poşî hatin girtin.
Kesên şikbar piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya lu Hasekiyê birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li Kolana Wetanê.