BÎTLÎS
Li Bilîsê DP, CHP, MHP, BBP û DSPê biryar dan ku dê di hilbijartina 30ê adarê de bibin yek.
Namzetê Şaredariya Bilîsê yê CHPê Kemal Uçar diyar kir ku ew bi nûnerên partiyên bajêr re hatin bal hev û hevdîtin kirine. Uçar got ku me di hevdîtinan de li hev kir ku em ê bi hev re bikevin hilbijartinê.
Serokbajarê Partiya Demokrat (DP) Ziya Yoldaş jî got ku me piştî hevdîtinan li hev kir û em ê di 30ê adarê de bi hev re bikevin hilbijartinê. Yoldaş destnîşan kir ku wan li ser daxwaza gelê Bilîsê ev biryar da.
Namzetê Şaredariya Bilîsê yê MHP Cengiz Ekîn jî got ku li Bilîsê pêdiviya rêvebiriyeke nû heye û ew ê bi vê rêvebiriya nû paşeroja Bilîsê saz bikin.
Serokbajarê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Zeydîn Dayan jî got ku em aşiqê xizmetê ne û em ê namzetekî herî baş kifş bikin û ji bo Bilîsê bi dil û can bixebitin.