Fatih Çapkın,Sergen Sezgin
01 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2022
Li Bursayê balafireke perwerdeyê ket, 2 kes mirin.
Li Taxa Ovaakçayê ya navçeya Osmangaziyê xebatkarên santrala guherîna xaza siruştî caw dan Servîsa Acil a 112yê ku balafirek li eraziyeke vala ket.

Li ser vê gelek polês, ekîbên AFAD, agirkuj û tenduristiyê sewqê herêmê bûn.
Waliyê Bursayê Yakup Canbolat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku balafira perwerdeyê ya ku yek motoreke wê heye ji Pamukovaya navçeya Sakaryayê bi rê ketiye û nêzîkî santralê ketiye.

Canbolat got ji ber ku balafir li navçeya Osmangaziyê ket 2 kes mirin û bûyer tê lêkolînkirin.