Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê 38 qaçaxên ku xwe di nav darên zeytunan da veşartibûn û hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji Tirkiyeyê derbasî Girava Midîliyê ya Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin standin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê li ser îxbarekî çû perava gundê Bademlikê û koma ku xwe di nav darên zeytunan da veşartibûn tesbît kirin.
Di operasyona li ser herêmê da 38 qaçaxên efxanistanî yên ku di nav wan da jin û zarok jî hene û xwe amadekiribûn ku derbasî Girava Midîliyê bibin hatin girtin û anîn Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê.
Qaçax li Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û paşê ji bo ku ji welêt bên şandin, birin Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê.