Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê di du otobêsan da 101 qaçaxên ji Sûriyeyê hatin girtin.
Li texma Çamlikê li kîlometreya 69an a rêya Çeneqele-Îzmirê cendirmeyan du 2 otobêsên bi pîlaqeyên 45 AS 565 û 42 EET 30yî dan sekinandin.
Di otobêsan da 101 qaçaxên ji Sûriyeyê yên ku di nav wan da jin û zarok jî hene û dixwazin ku ji Ayvacikê derbasî Midîliya girava Yunanistanê bibin hatin girtin.
Piştî karûbarên li navenda cendirmeyan qaçax birin Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Midûriyeta Ewlekariya Ayvacikê.
2 ajokarên otobêsan ên ku navê wan nehatin diyarkirin jî hatin binçavkirin.