ADIYAMAN
Hat ragihandin ku li Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya UNESCOyê de cih digire wê "Mihrîcana Çig" bê lidarxistin.
Walîtiya Adiyamanê daxuyanî da û diyar kir ku Walîtî û Komeleya Ecînkeran (ÇÎGDER) wê di 26ê Tîrmehê de wê li Çiyayê Nemrûdê "Mihrîcana Ecînê" organîze bikin.
Di çarçoveya xebatên organîzasyonê de Serokê ÇÎGDERê Omer Turan û endamên lijneya Reveberiyê Waliyê Adiyamanê Mahmut Demirtaş ziyaret kirin û ji bo li dar xistin, xebat, kar û barên mihrîcanê qirarên ku hewce kirin hatin dayîn.
Tê xwestin ku di mihrîcanê de 3 hezar ton ecînê li tûrîstên xwemalî û biyanî bê belavkirin.
Waliyê Adiyamanê Demirtaş jî diyar kir ku ev mihrîcan wê bi kêrî nasandina Adiyamanê dê bê.