Li gorî agahiyan Adem K.yê kû ji ber diziyê di girtîgeha tîpa E ya Mûşê de bû, li qawîşê zendê xwe jêkir û xwest ku xwe bikûje.
Cendirmeyan Adem K. rakirin Nexweşxaneya Dewleyê ya Mûşê. Mehkûm Adem K. piştî midexeleya ewil rakirin beşa nexweşên giran.
Adem K.yê ku di tedawiya giran de kelepçeyên deste wî hatibû derxistin, danê êvarê ji nexweşxaneyê firar kir.
Hezên ewlehiyê ji bo mehkûmê ku firar kir bigrin, dest bi xebatan kirin.