Tugay Göktürk,Kemal Ceylan
03 Mijdar 2024•Rojanekirin: 06 Mijdar 2024
Li Çorumê di avahiyekê pênc qatî da teqîn çêbû û di encamê da kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.
Li ser Kolana Osmancikê di avahiyekê da teqînek çêbû ku tê texmînkirin ji ber xaza siruştî çêbû.
Piştî teqînê gelek ekîbên îtfaiye, tenduristî û ewlehiyê şandin herêmê.
Di encamê da kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.
Ji ber teqînê zirar gihîşt gelek xanî, kargeh û wesayîtan.
Avahiyên li dewrûberê hatin texliyekirin, kolan ji trafîqê ra hat girtin, şirîda ewlehiyê li herêmê hat ragirtin.
Walî Ali Çalgan di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li gorî encamên destpêkê, di qata sêyem a avahiya pênc qatî da teqîna xaza siruştî çêbû.
Çalgan wiha got, "Di bûyerê da welatiyekî me mir. Gelek welatiyên me jî birîndar bûn. Birîndar bo saziyên tenduristiyê yên herêmê hatin veguhestin. Xebatên ekîban ên li herêmê berdewam in."
Di vê navberê da dîmenên teqînê yên ji hêla kamerayeke ewlehiyê hatin qeydkirin jî hatin bidestxistin.