ŞIRNAK
Li gorî agahiyan li taxa Nûrê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar rageşî derket û pişt re dest avêtin çekan. Hat ragihandin ku her du koman li nava taxan bi çekan êrîşî hev dikin û di şer de 2 kes mirin 3 kes jî birîndar bûn.
YDG-H a rêxistina terorê ji bo ku hêzên ewlehiyê midexeleyî wan nekin li dora taxê xendek vekirin. Hêzên ewlehiyê bi wesayîtên bizirx hatin cihê bûyerê.
Di daxuyaniya Walitiyê de hat ragihandin ku ber destê serê sibê di saet 03.00an de li taxa Nûrê dengê çekan hat. Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şer de Yasîn Ozer, Abdullah Denîz mirin, Nedîm Kultur, Hakîm Bûdak û Hekîm Kasirga jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê bi wesaîtên bizirx û firokeyan xebatên pêwîst dikin.