VAN
Bi saya xebatên dîroknasên hunerê û arkeologan li Wanê berhemên dîrokî tên dîtin.
Herî dawîn li taxa Yurtbaşiya navçeya Gurpinarê qeleyeke 3 hezar salî hat dîtin.
Hîndekarê Beşa Dîrokê Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Yrd. Doç. Mehmet Top li qeleya ku bi hewldanên mixtarê taxê Îrfan Yucel hat dîtin lêkolîn kir.
Qele 80 kîlomêtro dûrî navçeyê ye û li ser girekî hatiye avakirin. Dîwarên qeleyê xera bûne û tenê kevirên dîwar mane.
Top daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mixtar agahî da me û em çûn ciyê qeleyê. Top destnîşan kir ku gelê herêmê ji berê da jê ra dibêjin "Qeleya Derbend"ê û wiha axivî: "Li gor fikra min ev qele di Serdema Hesin a Zû da hatiye çêkirin. Ji ber kevirên dîwarên qeleyê û perçeyên sermaîkan ên ku hatine dîtin, ev nîşan didin ku ciyê jiyînê ye. Îhtimaleke mezin di beriya Urartuyan da jiyane. Ev serdem Beriya Mîladê ji hezar û 200 û hezar û 300î dest pê dike û heta hezar û 800î tê."
Top destnîşan kir ku agahî dane Muzeya Wanê û wiha dewam kir: "Ev qeleyeke nêzî 3 hezar salî ye. Lewra qeleyên wê demê bi kevirên gir dihatin çêkirin. Bi taybetî li gir û ciyên zozanan tên çêkirin. Wê muze qeleyê hilde bin qeydê."