Serokatiya Sererkaniyê, ragihand ku di êrîşa terorî ya li Daglicaya herêma ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê de 16 esker cangorî û 6 esker jî birîndar bûn.
Li ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê der barê êrîşa terorî ya li Daglicayê de, daxuyanî hat belavkirin.
Hat daxuyandin ku duh dema ku li ser rêya navbera Daglica û Yuksekovayê de, xebatên rêvekirinê dihatin kirin, 2 teqemeniyên ku berê bi destê PKKa rêxistina terorê li ser rê hatibûn veşartin teqiyan û di bûyerê de 2 wesayitên eskeriyê yê bizirx perçe bûn û wiha hat ragihandin: "16 eskerên me yên qehreman ên di wesayitan de, cangorî bûn. 6 eskerên me yên qehreman jî birîndar bûn. Birînên wan giran nînin. Tedawiya birîndaran dewam dike."
Operasyonên ku piştî teqîne hatin destpêkirin him ji hewayê û him jî ji bejayê ve dewam dikin. Di daxuyaniyê de cih dan van agahiyan:
"Di çarçoveya operasyonan de, îro di saet 09.00an de bi 3 balafirên şer ên tîpa F-4 û 4 balafirên şer ên tîpa F-16an êrîş birin ser hedefên rêxistina terorê. Heta niha 23 hedefên (6 şikeft, 2 depo, 3 kozik û 12 mewziyên doçkayê) ku endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz bikartîne xistin. Em cardin dibêjin ku bila Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên di vê êrîşa menfûr de cangorî bûn bike, Xwedê sebrê bide malbatên rêzdar û eqrebayên şehîdên me û mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk. Bila serê gelê Tirk sax be û Xwedê şîfa xêrê bide hevalên me yên çek ên qehraman ên di êrîşê de birîndar bûn."