İSTANBUL
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê li navçeya Kadikoy û Çekmekoyê operasyona terorê li dar xistin û 2 jê jin 6 kes bin çav kirin.
Bi piştgiriya hêzên taybet ve Ekîba Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê li Kadikoy û Çekmekoy a navçeyên Stenbolê operasyona terorê li dar xist. Di operasyonê de 2 jê jin 6 kes hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê bersûcan birin Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê.
Hat ragihandin dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêde bibe.