Li Darendeya navçeya Meletiyê çinîna berzelingan ên ku li hemberî mişmişan wekî berekî alternatîf tê reşandin, dest pê kir
Ayhan İşcen
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
photo: Ayhan İşcen / AA
MALATYA
Li Darendeya navçeya Meletiyê çinîna berzelingan ên ku li hemberî mişmişan wekî berekî alternatîf tê reşandin, dest pê kir.
Li navçeyê hilberîna berzelingan îsal gihîşt 3 dekaran ku feydeya wê digîhêje aboriya herêmê.
Weqfa Es-Seyyîd Osman Hulusî Efendî şeş sal berê ji bo ceribandinê li taxa Yukariulupinarê berzeling reşand ku kulîlkan li navçeyê balê kişand û reşandina wan di nav gel da belav bû.
Wêne : Ayhan İşcen/AA
Berzeling di hişkahiyê da jî baş digîhêjin ku li navçeyê dema çinîna wan dest pê kir.
Beşek ji berzelingên ku tên berhevkirin tên hişkirin, bi nebatên cûrbecûr ra tên tevlihevkirin û wekî bereke siruştî tên firotin.
Zeviyên berzelingan ên ku di demsala çinînê da bi rengê binefşî va dixemilin, bala mêvanan û hezkiriyên wêneyan dikişînin.
Di daxuyaniya weqfê da hat destnîşankirin armanc ew e ku berzeling li hemberî mişmişan wek bereke alternat belav bibe, feydeya wê bigîhêje aboriya herêmê û ji bo hilberîneran bibe derfeteke din a debarê.
Hat gotin debara ku ji berzelingan bê bidestxistin wê ji bo xêra weqfê bê bikaranîn û ev kar ji cotkarên ciwan ra dibe mînak ku ew jî dest bi reşandina wê bikin.