İbrahim Erikan
23 Sibat 2023•Rojanekirin: 24 Sibat 2023
Li Defneya navçeya Hatayê bi mezinahiya 5an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) erdhej di saet 18.53yan da li Defneya navçeya Hatayê çêbû.
Erdhej 9,76 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Waliyê Hatayê Rahmî Dogan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî erdhejê ekîb şandin sehayê û got ku "Ji ber erdhejê çend avahiyên zirardîtî xira bûn ji xeynî vê rewşeke girîng tune. Li gor tesbîtên ewil tu kes birîndar nebûye yan jî di bin enqazê da nemaye."