Nihat Kavşut
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 09 Tebax 2019
Li Bozkurta navçeya Denizliyê bi lerza 6an erdhej çêbû.
Li gor agahiyên ku ji ser malpera Serokatiya Rewşa Acil û Afatê hat dayîn li Bozkurta navçeya Denizliyê di saet 14.25an da bi lerza 6an erdhej çêbû.

Li gor agahiyan navenda erdhejê 1,74 kîlomêtro dûrî Armutalaniya gundê navçeya Bozkurtê ye û 7,09 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Li navçeya Bozkurtê di 14.19an da bi lerza 4,2yan erdhej çêbûbû.
- Alîkarê Serokomar Fuat Oktay agahî hilda
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ji bona erdheja li Denizliyê çêbû bi telefonê bi Waliyê Denizliyê Hasan Karahan ra axivî û agahî hilda.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ji bona erdheja li Denizliyê çêbû bi telefonê bi Waliyê Denizliyê Hasan Karahan ra axivî.
Hat destnîşankirin Oktay ji Waliyê Denizliyê Karahan der barê erdhejê da agahî hilda û meqamên eleqedar li herêmê dest bi xebatan kirine.