ANKARA
Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê Ayşenûr Îslamê der barê "destdirêjiya her sê zarokan" de got: "Qey der barê pêvajoya edlî de agahî, encam û belgeyên nû derdikevin holê? Heke rewşeke wiha hebe, em dixwazin ku pêvajoya edlî cardin dest pê bike. Em ê wê demê rê û rêbazeke wisa bişopînin ku hemû guman ji holê rabin. Heke pêvajoya edlî cardin dest pê bike, em ê di vê mijarê de jî midaxil bibin."
Wezîr Îslam piştî merasima mohrkirinê ya "Protokola Tevkariyê ya Perwerdeya Der û Dorê" pirsên rojnamegeran yên der barê "destdirêjiya her sê zarokan" de bersivandin. Îslamê got ku piştî ku haya me ji mijarê çêbû, em bûn midaxil, lewra ev wezîfeya me ye.
Îslamê destnîşan kir ku ji bo perwerde û pêşveçûna zarokan, zarok ji aliyê dewletê ve tê parastin û wiha got: "Lêbelê ev parastin ne di saziyên me de ye, Zarok li cem malbata xwe ne. Mijara parastinê mijareke nû nîne. Tu dibê qey zarok nû hildan bin parastinê. Di çapemeniya îro de helwesteke wiha heye. Wisa nîne. Ji roja ku mijar hat rojevê û pê ve zaroj di bin parastinê de ne."
Îslamê got: "Em dikarin ku ji nûçeyên we tiştekî wiha derbixin. Em duh wisa fikirîn. Qey der barê pêvajoya edlî de agahî, encam û belgeyên nû derdikevin holê? Heke rewşeke wiha hebe, em dixwazin ku pêvajoya edlî cardin dest pê bike. Em ê wê demê rê û rêbazeke wisa bişopînin ku hemû guman ji holê rabin. Heke pêvajoya edlî cardin dest pê bike, em ê di vê mijarê de jî midaxil bibin. Tişta ku me got ev e."
Îslamê li ser pirsa rojnamegerekî ya "Bi serdozgeriya rê têkliya we çêbû" wiha bersiv da: "Şopandina me piştî ku haya rayedarên edlî çêdibe pê ve dest pê dike. Heke ku pêvajoya edlî cardin dest pê bike, em alîgir in û em ê midaxilê mijarê ne."